Reda dizîkirina hebûna wan ê hisî, ku tenê milkên wan ê heyî ye, reda dizîkirina goşt û jiyana wan, reda eziyetên ku li ser jiyana wan ê kin tên kirin û her tim hiştina wan ê di sîstemên kampan de, reda van hemûyan ku tenê ji bo tama dev, ji bo tetmîna edetan tên kirin, redkirina van tevan tenê durustî ye.
Dîrok jî nîşanê me dide ku barbarî bibe yek ji normên civakî, tenê redkirina wê jî, çiqasê zor e.
Em dixwazin îlankirina cejna me re dibêjin «na».
Wan di ciyê van a de ji me xwestin ku em ê viya ji bîr bikin. Vejtaryaniyê înkar kirin, nedîtin, pêkenok dîtin, marjînal û tine hesibandin.
Vejetaryanî, li dij meşrûdîtina girtin û kuştina bi milyonan sewalan derdikeve. Tenê hebûna wê, qanûna bêdengiyê îxlal dike. Sedema qerfên mezin û nefret kirin ev e. Dema ku ji bo feyda hawirdorê kesên vejetaryaniya xwe eşkere kirin, helbet li gor hinekan, ji ber ku hilbijartineke taybet e, toleranseke hate nîşandan. Lê heger em bi giştî li hember vê barbariyê tênekoşin, xwelî li me be.
Di serî de bi me tinaz kirin. Mereqa mirîşk an jî çêlekan, wek pêkenî dîtin. Dema ku cumbuş hebe, bêyî pêdiviya nirxên zanistî, belavkirina ramanî tên dezgîn kirin.Lê heger em teslîm nebin, giraniya qerfan wê siviktir bibe.
Di dest pê kê de em wek qeşmerên hin kesan bûn, lê ji nişkeva bûn cinawir û xayînên li dijî hemcinsên xwe. Ji ber ku mirovan çi dixwazin bikin, em wan mafan nadin wan a û em naxwazin bibin dêbavên bê qîmet. Ji ber ku em naxwazin zarokên xwe bi xwarina goştên mirî re bidin nasandin. Sempatîzanên Naziyan. Ji ber ku Hîtler ji kûçikan hes dikir. Tarîqateke xweşnedîtî. Ji ber ku em wek her kesî nafikirin.
Em wek satanîst an jî terorist hatin tawanbar kirin, bi hebandina xweza, bi binpêkirina qanûnan hatin sucdar kirin. Ji ber ku şaş belavkirina ramanên me tiştekî hêsan bû, xwestin ku me bidin şermê û ji civakê îzole bikin. Ji bo şewqeta xwe em şermê red dikin. Dema em vejetaryaniya xwe îlan dikin, herwisa pê jî bi rûmet dibin. Ji bo ku em kuştinê naxwazin, herwisa lêborîna divê derbarê de jî napejirînin. Em li vir in, dijîn, difikirin û bê tirs jî dipeyîvin.
Di hemû cîhanê de bi milyonan mirov ji bo vê qetlîamê na dibêje. Şaristaniyan, pir caran mereqan kirine, ka mafdariyeke di xwarina goştê sewalan de heye an na? Lê ji wan a kengê haya me çê bû? Di pirtûkên dersan û di biyografiyan de, ti car li ser mijara vejetaryaniyê nehate rawestandin. Piştî mirina Théodore Monode, bilî aliyê wî yê vejetaryanî, her tiştên wî anîn ziman.
Leonardo da Vinci digot: « Min di salên xwe yên ciwantiyê de dev ji goşt xwarinê berda. Îro em çawa li kuştina mirovan mêze dikin, wê demeke were ku mirovan li kuştina sewalan jî wisa, ango wek min mêze bikin. »
Heger em hebûna xwe ya bê goşt dikanin nîşan bidin, ev dide îspat kirin ku bê goşt xwarin jî mirov dikane îdare bike. Em ne çêlek ne jî beraz dixwin, ne mirîşk, ne masî û ne jî karîdes dixwin. Herwiha li dijî wan pisporên ku her tiştî înkar dikin û ji alî çapemeniyê ve tên sor kirin; wek zindiyên din, em jî li ser xwe û baş in! Ne vejetaryanî û ne jî vejanî (qedexa şîr, hingiv, hêk û hwd.), li ser tenduristiya mirovan ti pirsgirêkan dernaxin. Lêkolînên ku hatine çêkirin viya îspat dikin!
Ji bo jiyanê, kuştin ne pêwîst e. Mesrefa ji bo quta sewalên çiftlikan tên kirin; ji hatina goştên wan a zêdetir e. Ligel viya jî, bi pîvaneke zêde ji pereyên civakê, bona sewalên çiftlikan û masîvaniyê tên xerc kirin.
Bona sewalên ku têne xwedîkirin, ti mafekî nedan. Lê belê yên li kêleka wan ango em, wek prensîp xwedî maf in. Em bi biryar in ku heta dawî mafê xwe biparêzin. Ji ber ku ew mafê me ne. Herwiha bi awayek endîrek mafê wan e jî. Li dibistanan, li ciyê kar û li her derî, mafê me heye ku em xwarinên durust bigirin.
Mafê me heye ku em bo hilberînên kuştûbirî li zarokên xwe zextan nekin û bêyî ku em baweriya xwe bi aliyekî ve nedin û ji bo ku di pêşeroja wan de nebêjin dê û bavên we ecêp bûne, mafê me heye ku em wan a mezin bikin.
Agahiyek tibî û bê alî, wek her kesî mafê me ye jî. Ji bo hêjmarekî zêde sewal xwedî bikin û bikujin, em naxwazin bac bidin û bibin şirîkê wê qetlîamê.
Em dixwazin ciyê ku sewal lê têne îstîsmar kirin, mafê kar girtinê red bikin. Em naxwazin bi awayekî sîstematîk çalakî û fikrên me bêne fetisandin.
Em naxwazin di platforma kesên êrîşê me dikin de cîh bigirin. Em nirxandinekî vekirî dixwazin.
Dema çavên me bi loda sewalên ji rûyê nexweşîna « Golika Dîn » û « Tebeq » ê hatine îmha kirin dikevin, bona em li ser navê xwe şerm nekin, bi kêmasî xwe bi tenê dibînin. Em li ser navê mirovên din jî şerm dikin.
Her tişt li alîkî, em xemgînin. Her çiqasê li hember barbariyê em rûmeta xwe nîşanbidin jî, di vê rêyî de xwe kêfxweş nabînin. Bi milyaran sewal bi qetlîamê re rû bi rû ne. Difikirin ku ew bê akil in. Girîna wan li ber çavan nayê girtin. Heta ku qetlîam bi dawî bibe, divê ku em li ser navê wan vê têkoşînê bidin domandin.